DI ENCAMA GULEBARANA LEŞKERÊN ÎRANÎ DE KOLBEREK JIYANA XWE JI DEST DA

Êrîş û zextên leşkerên Îranê li ser koleberan didome. Leşkerên Îranê li Navçeya Pîranşarê gule li komeke kolber reşandin. Di êrîşê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 20 hespên kolberan jî hatin gulebarankirin

Leşkerên Îranê duh di saetên êvarê de li bejahiya Navçeya Pîranşarê li herêmeke nêzî sînorê Tirkiyê gule li komeke kolber reşandin.

Di êrîşê de leşkerên Îranê kolberê bi navê Faxir Ebdulahî yê 25 salî kuştin, û gule li 20 hespên kolberan reşandin û kuştin.

Leşkeran herî dawî hemû amûrên kolberan desteser kirin.

Ev ne cara yekem e, lê belê rojane leşkerên Îranê êrîşî kolberan dikin û wan dikujin.

 

Leave a Reply

Back to top button