Îdareya Soran bi festîvalek çandî û hunerî, salvegera Raperînê û Roja Cilên Kurdî pîroz kir.
Di festîvalê de stran û huner hatin pêşkêşkirin û kel û pelên çandî yên kevin ji bo nîşandana nifşê nû hate pêşandan.
Ev yek jî weke belgeyek ya mayîna çand û reseniya gelê Kurd e.
Hunermend û beşdardarvanûn festîvalê salvegera Raperînê li gelê Kurd û welatiyên îdareya Soran pîroz kirin û gotin:
“Divê gelê Kurd çand û reseniya xwe bi parêzin.
Ji ber ku dijminên me, hewla tunekirina nasname, netew, çand û ferhenga me dane.
Lewma divê em bi perpirsyarî tevbigerin.
Rêveberê îdareya serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb jî bi peyamekê daxwaz ji hemû hizb û aliyên siyasî kir ku bi hev re yekrêziya nava civaka Kurd û destkeftiyan bi parêzin.