Ev 167 rojin tu agahî li ser Silêman Ehmed nayê bihîstin

Ev 167 rojin tu agahî li ser rewşa Silêman Ehmed edîtorê beşa Erebî yê Ajansa Rojnews’ê nayê bihîstin.
Her dem dire jî fikar û guman zêde dibin .

167 rojên temam kes tiştekî li ser Silêman nizane .

Di ser vê rewşê re PDK’ê nahêle ne parzêr û malbat hevdîtinê pêre bikin.

Herî dawî 2’yê Çileya 2024’an tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.

Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin.

Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî PDK’ê têkildarî Silêman tu daxuyanî nedane.

Li vir tişta tê gotin PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa Rojnews Silêman Ehmed berpirse.

Ji rojnemevan Silêman Ehmed 166 rojin agahî nayê girtin

Back to top button