Welatiyên Hewlêrê: Rêber Ocalan ji bo gelê cîhanê xwedî girîngiyek mezine

Bi boneya 4’ê Nîsanê welatiyên navçeya Koye ya bajarê Hewlêrê diyar kirin ku bi dayikbûna Rêber Ocalan re, sîstemek demokratîk hate afirandin û ji bo jiyana hevbeş ya gelan bingehek hate avêtin.

Welatiyên navçeya Koyê ya bajarê Hewlerê li ser 4’ê Nîsanê axivîn.

Welatiyê bi navê Osman Mihemed da zanîn bi dayikbûna Rêber Ocalan re, sîstema demokratîk hate afirandin û got:

“Rêber Ocalan karî di fikirê zanayên civak û siyasetê de guhertinê bike, civaka navnetewî jî niha rêya Ocalan dişopîne.

Ji bo vê dayikbûna Rêber Ocalan, ji bo gelên cîhanê gelek girînge. ”

Welatiyê bi navê Herêm Hatem jî dayikbûna Rêber Ocalan weke rojek dîrokî bi nav kir û wiha pêde çû:

“Zanayekî mezin weke Rêber Ocalan ku bandora wî li ser gelên cîhanê heye,dubare nabe.”

Welatiyê bi navê Casim Kiwêxa jî axivî û got:

“Di vê em rojbûna Rêber Ocalan bi rûmet pûşwazî bikin, ev roj bila ji bo azadiya Ocalan bibe derfetek,
ji ber ku bîrdoziya Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîne.”

Back to top button