Meclisa Leşkerî a Minbicê nasnameya endamekî Cebhet El-Ekrad eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya Meclisa Leşkerî a Minbicê nasnameya endamekî hêzên Cebhet El-Ekrad ku şehîd buye eşkere kir.

Meclisê diyar kir ku endamê Cebhet El-Ekrad Hisên El-Xelîl dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Meclisê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Li gorî meclisê nasameya şehîd wiha ye,

Hisên El-Xelîl 15’ê Tîrmeha 2021’an li bajarokê Erîma yê girêdayî Babê şehîd bû.

Back to top button