Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama pêngava komkirina îmzeyan ragihand

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encamê pêngava komkirina îmzeyan ragihand û eşkere kir ku nêzî 3 Milyon 700 hezar Îmze hatin komkirin
Însiyatîfê spasiya hemû kesên piştgirî dan kir û got:
Gelê Sûri bi hemû netew, bawerî û beşên xwe di vê demê de bi peyamên xwe ji bo hemû hêzên komploger nîşan dan.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encamê pêngava komkirina îmzeyan ragihand.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha hat gotin:

“Kampanya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya ku di 9’ê Sibata borî de hate dest pê kirin di 4’ê vi Nîsanê de bi rojbûna Rêber APO re bi dawî bû. Gelê Sûri bi hemû netew û mezheb, bawerî, ol, pêkhate û beşên xwe di vê demê de bi peyamên xwe ji bo hemû hêzên komploger nîşan dan.Bi vê munasebetê û bi navê insiyatîfa gel rîya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em spasî û rêzên xwe pêşkêşî gelê Sûri dikin.”

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ev kampaniya ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûri bi berfirehî dest pê kir, li gorî derfetên ku di nav destên wan da hebûn , li bajarên Sûri yên wekî Şam, Heleb, Selamiye, Hums, Hama, Suweyda, Laziqiye û Quneytrayê bi berfirehî dest pê kir. Îsbateke tekeze ku hemû netew, ol, mezheb, kom û beş , heta çi asti bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayî ne nîşan dan.”

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de diyar kir ku divê mafê mirovan yê navneteweyî bi rola xwe rabin û got:

“Ji ber em bi bawerin bi girîngiya rola encûmana Yekîtiya Ewropa û hemû sazî û dezgehên mafê mirovan ên navneteweyî di çareserkirina doza Rêber Apo bi erk û rola xwe rabin.”

Encamên komkirina îmzeyan wihane:

Ji bo azadiya fîzîkî a Rêber apo nêzî 3 mîlyon û 700 hezar îmze hatin komkirin

Hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê: 3 Milyon 669 Hezar Û 90 Îmze Hatin Komkirin.

  • Minbic: 711 hezar û 180, Reqa: 701 hezar û 845, Qamişlo 625 hezar û 343, Hesekê: 603 hezar û 800, Dêrezor: 337 hezar û 708, Tepqa: 281 hezar û 332, Kantona Firatê: 134 hezar û 570, Heleb: 103 hezar û 857, Efrîn – Şahba: 51 hezar û 212 îmze hatine komkirin.
  • hundirê Sûriyê jî ji 9 bajaran 6 hezar û 243 hatine komkirin.
  • koçberên Kurd Li Lubnanê: 12.000 hezar îmze hatina komkirin.
  • hêzên Parastina Civakê: 100.000 hezar îmze hatin komkirin.
  • hejmara Giştî Ya Îmzeyên Kampanyayê ku hatin komkirin 3 Milyon 669 Hezar Û 90 îmzene.
Back to top button