Hêzên Asayîşê bang li gel dike ku li gorî talîmatên hatine dayîn tevbigerin

Bi boneya nêzîkbûna Cejna Remezanê Fermandariya giştî ya Hêzên Asayîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo berjeweniya giştî bi daxuyaniyekê talîmat belav kirin û bang li her kesî kirin ku van talîmata pêk bînin.

Fermandariya giştî ya Hêzên Asayîşê di destpêka daxuyaniya xwe de Cejna Remezanê li gel pîroz kir û got:

“Em tekez dikin ku em ê ji her demê zêdetir hemû erkên xwe bi cih bînin da ku gelê me di nav ewlehî û aramiyê de be.

Li gorî vê yekê, di berjewendiya giştî de, divê talîmatên jêrîn bêne girtin:

Derbasbûna kamyon û sahrîcên mezin û navîn di nav bajar û bajarokan de ji roja duşemê heta Pêncşemê qedexeye.

Ji roja Duşemê heta Pêncşemê Dergeh li ber tevgera bazirganî û derbasbûna erebeyan girtî ne liv û tevgeran mirovan jî wek xwe dimîne.

Tevgera motosîklên sivîl û leşkerî ji roja Duşemê heta roja Pêncşemê qedexe ye.

Avêtina mermiyan û bikaranîna çekan di bin cezayê berpirsiyariyê de qedexe ye.”

Back to top button