Mala Jin destkeftiya têkoşîna 50 salî ye

Mala Jin yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêxistin û pewerdekirina jin û civakê de bi roleke girîng radbe.Berdevka Mala Jin a taxa El-Teyî Yasmîn Îsa, behsa kar û xebatên xwe di nava taxa El-Teyî de dike û dibêje ku bi riya Mala Jin pirsigirêkên jin û civak tê rederbas dibin çareser dikin.

Mala Jin yekemîn saziya şoreşê û destkeftiyê jinan e.

sala 2011’an û vir ve bi destpêkirina şoreşê re hat avakirin.

Niha li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxên wê hene.

Weke yek ji stûnên saziyên xwecihî yên ku nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin karê xwe dike.

Li Qamişloyê piştî rizgarkirina Taxa El-Teyî ji çekdarên dewleta Şamê, gav bi gav hinek rêxistin ketin nava taxê.

Yek ji navendên ku li taxa El-Teyî hat vekirin jî Mala Jin bû.

Yasimîn Îsa: Armanca me rêxistin û perwerdekirina jin û civakê ye

Berdevka Mala Jin a Taxa El-Teyî Yasmîn Îsa, behsa kar û xebatên xwe yên di nav taxê de didin meşandin kir.

Yasmîn Îsa qala destpêka vekirina navendê kir û zehmetiyên hat dîtin kir.

Yasmîn anî ziman ku bi demê re bêhtir nêzî civakê bûn û niha bi hev re pirsgirêkên heyî çareser dikin.

Yasmîn armanca navenda mala jin ya li taxa Tey vegot.

Yasmîn Îsa destnîşan kir ku perwerde roleke mezin di guhertina civakê dilîze.

Berdevka Mala Jin Yasmîn Îsa herî dawaî bang li hemû jinan kir ku xwedî hêz û îrade bin û koletiyê qebûl nekin.

Back to top button