Ukrayna: Rûsya di nava 3 mehan de 30 hezar bombebaran pêk anî

Ukraynayê ragihand ku Rûsya di sala borî de 60 hezar û di 3 mehên îsal de jî 30 hezar bombebaran li dijî Ukraynayê pêk aniye.
Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy bi serokên leşkerî û ewlehiyê yên dewletê re hevdîtin pêk anî.
Vladimîr Zelenskiy diyar kir ku Ukrayna ji bo êrîşa ku ji aliyê hêzên Rûsyayê ve li dijî Xarkovê pêk hatiye, bersiveke berbiçav bide.
Li aliyê din jî tê payîn Lutkeya Aştiyê ya Cîhanî pêk were û Zelenskiy li ser hewldana Tirkiyê bo navbeynkariyê axivî û diyar kir ku ji ber têkiliyên Tirkiyê bi Rûsyayê re navbeynkariya Tirkiyê têrî nake.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir yê Ûkraynayê ve hatin dayîn, Rûsyayê di sê mehên destpêkê yên sala 2024’an de nêzî 30 hezar bombebaran li Ûkraynayê pêk anî.

Alîkarê Wezîrê Karên Hundurîn yê Ukraynayê Aleksey Sergeyev diyar kir ku di tevahiya sala borî de nêzî 66 hezar bombebaran hatine tomarkirin û di sê mehên îsal de jî dora 30 hezar bombebaran hatine tomar kirin.

Sergeyev wiha got:

“Sibat û Adara îsal bombebaran zêde bûn.

Dijmin bi giranî bombeyên hewayî yên birêvebir û balafirên bê mirov bikar tîne.

Rûsî êrîşî tesîsên binesaziya sivîl û krîtîk dikin. Ji destpêkê heta niha 217 hezar tesîs xisar dîtine.”

Her wiha Sergeyev anî ziman Polîsê Niştimanî ya Ukraynayê berî niha 116 hezar tawanên şer yên ku ji aliyê Rûsya ve hatine kirin, belge kirine.

Zelenskiy: Ukrayna bersivê bide terorîzma Rûsyayê ya li dijî Xarkovê

Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy bi serokên leşkerî û ewlehiyê yên dewletê re hevdîtin pêk anî.

Vladimîr Zelenskiy diyar kir ku Ukrayna ji bo êrîşa ku ji aliyê hêzên Rûsyayê ve li dijî Xarkovê pêk hatiye, bersiveke berbiçav bide.

Zelenskiy da zanîn ku ew bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Aleksander Sirskiy re di nava têkiliyê de ne û wiha dewam kir:

“Me rewşa eniyê bi berfirehî nirxand û çalakiyên bê kirin plan kir.

Rûsya terorîzma xwe deqeyekê jî nawestîne.

Em dixebitin ku parastina pêbawer ji gelê xwe re peyda bikin.

Em ji dijmin re bersiveke pir taybet û adil amade dikin.”

Zelenskiy: Rola navbeynkariya Tirkiyê têra me nake

Li aliyê din li Swisreyê Lutkeya Aştiyê ya Cîhanê pêk were û di navbera 80-100 de welatan beşdarî lutkeyê bibin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy li ser hewldana Tirkiyê bo navbeynkariyê axivî.

Volodymyr Zelenskiy ragihand ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de navbeynkariya Tirkiyê ji bo wan têrê nake.

Zelenskiy anî ziman ku têkiliyên Tirkiyê bi Rûsyayê re xurt e, berjewendiyên xwe yên cuda hene û ji bo wê navbeynkariya Tirkiyê qebul nekir.

Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov serdana Pekînê kir

Sergey Lavrov, berpirsê dîplomasî yê Rûsyayê, bi mebesta xurtkirina peywendiyan bi hevkarê dîplomatîk û aborî yê Moskowê re, bi serdaneke fermî çû Pekînê.

Di daxuyaniya xwe ya li ser X’ê de, Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Sergey Lavrov gihîşt Pekînê.

Li gorî daxuyaniya berê ya Wezareta Karên Derve, Lavrov wê heta roja sêşemê li Pekînê bimîne û bi hempîşeyê xwe yê Çînê Wang Yî re hevdîtinan pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Tê plankirin ku li ser gelek ‘mijarên girîng’ danûstandineke kûr a nêrînan were kirin.”

Rûsya li ser şandina leşkeran bo Ukraynayê hişyarî da Fransayê

Back to top button