Li herêma Ural a Rûsyayê lehî rabû.
Ji hêla rêveberiya Moskowê ve rewşa lezgîn hat ragihandin.
Li gel Uralê, Sibîrya û Qezaxistanê jî lêhiyê bandor bûn.
Ajansa Nûçeyan a dewletê TASS’ê ragihand ku 2 hezar xanî di bin avê de man û bi giştî xisarên li herêmê gihişte 6 hezar û 300’î.
Çiyayên Uralê ya Rûsyayê, Sibîrya û hin heremên Qezaxistanê rûbirûyê karaseta lehiyê ya herî mezin e.
Rêveberiya Moskowê li heremê Orenburg ku cihên lehiyê bandor bûne rewşa lezgîn îlan kir.
Li heremê piştî 10 hezar kes hat tehliyekirin li du bajaran ava lehiyê bilind bû.
Bi hezaran kes hatin tehliyekirin
Ajansa Nûçeyan a dewletê TASS ragihand ku 6 kesên temen mezin û 3 zarok rakirin nexweşxaneyê.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin waliyên li heremê hevdîtin pêk anî.
Kremlînê ragihand ku li herêmên Kurgan ên li Ûralê û li herêmên Tiyumen ên li Sîbîryayê jî dibe lehî pêk werin.
Li bajarê Kurgan ku 310 hezar nifûsa wê heye, rayedaran ferman da ku demildest şêniyên taxeke li kêleka çem bên tehliyekirin.
Waliyê herêma Orenbûrgê Denis Pasler, anî ziman ku ji dema qeydan dest pê kir lehiya herî xirab e ku li herêmê ketiye.
Li herêma Orenburgê 4 hezar kes hatin tehliye kirin
Pasler da zanîn ku li ser çemê Ural ê bi dirêjahiya 2 hezar û 400 kîlometreyan ku ji herêma Orenbûrgê derbas dibe û di ser Kazakistanê re diherike Behra Xezerê, lehî rabû.
Rayedarên herêma Orenburgê mesrefa zirara lehiyê ya herêmî bi qasî 21 mîlyar ruble ango (227 milyon dolar) texmîn kirin.
Li herêma Orenburgê ji ber lehiya ku ji ber bilindbûna asta ava çemê Uralê derketibû, 885 jê zarok zêdetirî 4 hezar kes hatin tehliyekirin.
TASS’ê ragihand ku 2 hezar xaniyên din di bin avê de man û bi giştî xisarên li herêmê gihişte 6 hezar û 300’î.
Rayedarên herêmî ragihandin ku bendava li Orskê ji bo asta avê 5,5 metre hatiye çêkirin, lê çemê Ural 9,6 metre bilind bûye.



