Nebî Berrî: Îsraîl hewl dide me bikişine nava şer

Êrîşên Îsraîlê ya li dijî Hizbûllahê li ser xaka Lubnanê didome.
Ji ber êrîşên zêde bi taybetî êrîşên hewayî ji hêla hikumeta Lubnanê û welatiyên ve rastî nerazîbûnê tê.
Derbarê êrîşan de Serokê Meclisa Lubnanê Nebî Berrî axivî û diyar kir ku Îsraîl bi van êrîşan hewl dide Lubnanê bikişîna nava şer û her wiha Berrî anî ziman ewê destûr nedin ku armanca Îsraîlê pêk were.

Şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bandorî welatiyên Lubnanê dike.

Êrîşên Îsraîlê ya li dijî xaka Lubnanê ji hêla hikumeta Lubnanê ve bi bertekan tê pêşwazîkirin.

Serokê Meclisa Lubnanê Nebî Berrî êrîşên Îsraîlê weke “Lubnanê kişandina nava şer” bi nav kir.

Nebî li ser helwesta Îsraîlê ev tiştan anî ziman:

“Îsraîl me dikişîne nav şer û em ê destûrê nedin.

Em ê bi baldarî tevbigerin û ji ber êrîşên Îsraîlê yên ku di van du rojên dawîn de gihiştîye lûtkeyê, bidomînin.”

Berrî destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên ku bi wêrankirina sîstematîk a bi dehan bajarok û gundan, çi li ser sînorê Filistînê û çi jî li kûrahiya başûrê Lubnanê, dê nikaribe Lubnanê provake bike.

Berrî: Divê zextê li Îsraîlê bê kirin da ku êrîşên xwe rawestîne

Berrî di axaftina xwe ya bi boneya Cejna Qudsê de axaftinên Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah bi bîr xist û got:

“Berxwedana Lubnanê ji şer natirse û ji her şerî re amade ye”

Berrî anî ziman ku Nasrallah bersivê dide tehdîda Îsraîlê ya berfirehkirina şer, ev nayê wê wateyê ku ew ê şer dest pê bike wek ku hinek dixwazin bawer bikin.

Berrî bang kir ku zextê li Îsraîlê bê kirin da ku êrîşên xwe yên li dijî Xezayê rawestîne.

Heger agirbest pêk were dê başûrê Lubnanê jî bigre nav xwe û dê rê li ber pêkanîna biryara 1701ê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) veke.

Îsraîl li Başûrê Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî

Back to top button