Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên-Ewropa ji bo meşa 26’ê Hezîranê ya ku wê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrişên dagirker were destpêkirin, banga tevlêbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di vê derbarê de daxuyaniyek da û diyar kir bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya nobetê ku 25’ê Hezîrana 2012’an de hatibû destpêkirin û dikeve sala dehemîn.
Hat gotin wê 26’ê Hezîranê hevserokên KCDK-E’yê, tevî hevserokên saziyan û nûnerên jin û ciwanan çalakiyê dewr bigirin.
Nobeta Azadî ji Rêber Apo re ya li Strasboûrgê wê di 26’ê Hezîranê de bi meşekê saet di 11.00’an de dest pê bike û heta 4’ê Tîrmehê bidome
KCDK-E yê bang li gel, nûnerên saziyan, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedaran kir ku li pêşîya Konseya Ewropaê tevlî çalakiyê bibin.