Efxanistan bo jinan bûye zindana servekirî

Li Efxanistanê bêtirî salekê ye Talîban li ser deshilatê ye.
Bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinê timî di rojevê de ye.
Talîbanê vê carê jî park û bexçeyên li paytext Kabûlê li jinan qedexe kir.

Talîbanê destpêka hefteyê ferman da berpirsyarên park û bexçeyan ku deriyên xwe li jinan bigirin.

Heta niha ji bo ku jin û mêr li parkê li hev rast neyê, ji bo jinan saeteke cuda, ji bo mêran jî demek cuda diyar kiribû.

Talîbanê park û baxçe li jinan qedexe kir

Berdevkê Wezareta “Teşwîqkirina Dilpakiyê û Pêşîgirtina li Nebaşiyê” Mûhammed Akîf Sadik Mûhacîr ji AFP’ê re axivî û got,

“Li gelek deveran pîvan hatin binpêkirin.”

Mûhacîr anî ziman ku jin û mêr tevlî hev bûne, pîvana nixumandinê hatiye binpêkirin û got,

“Ji ber vê yekê vê gavê biryareke bi vî rengî hate dayin.”

Heman Talîban heta niha jî di warê perwerdeyê de zexta li ser jinan didomîne.

Piştî şerê 20 salan yekîneyên Amerîkî xwe ji Efxanistanê vekişandin û di Tebaxa 2021’ê de Talîban bû desthilatdar.

Rewşa jinan a li Efganistanê ku nebaş bû, bi Talîbanê re ji aliyê azadiyê ve hîn bêhtir zehmetir bû.

Back to top button