Li Îtalyayê wesayitekê da nava komekê 6 geştyarên Elman jiyana xwe ji dest da

Li herêma Sudtîrol a di navbera Îtalya û Awûstûryayê de wesayitek da nava komeke geştyar an û 6 geştyarên Elmanî hatin kuştin.

Li herêma Sudtrîol a di navbera Îtalya û Awûstûryayê de, wesayitek da nava komeke geştyar.

Li gorî agahiyên destpêkê yên polîsan dan, ji koma 17 kesan, 6 geştyarên Elmanî hatin kuştin.

Di bûyerê de gelek kes jî bi giranî birîndar bûn.

Polîsên Îtalyayê der barê qezayê dest bi lêpirsînê kirin.

Tê payin ku rayedarên polîsan li ser bûyerê îro daxuyaniyeke berfireh bidin.

Di hefteya borî de jî li heman herêmê aşût ketibû û 3 tûrîstên Alman jiyana xwe ji dest dabûn.

Leave a Reply

Back to top button