Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin

Ji bo Azadiya Rêber Apo dê di navbera 15 û 19’ê Nîsanê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya rûniştinê were destpêkirin.
Çalakî wê li ber Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê-CPT a Ewropayê û Konseya Ewropayê-KE pêk bê.
Derbarê vê mijarê de Hevseroka KCDK’yê Zubeyde Zumrut axivî.
Zubeyde Zumrut diyar kir ku di çalakiyê de dê bi Konseya Ewropayê re hin hevdîtin bên kirin.Hin dosyayên wan amadekirine dê bên dayîn.

Di navbera 15 û 19’ê Nîsanê de ji bo azadiya Rêber Apo wê çalakiyek rûniştinê li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk bê .

Ev çalakî dê li ber Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê-CPT a Ewropayê û Konseya Ewropayê-KE be .

Li gor agahiyan bi tevlîbûna 3 hezar kesan çalakiya rûniştinê ya 5 rojan dê were destpêkirin.

Zubeyde Zumrut: Çalakî dê bênavber bidomin

Hevseroka KCDK’yê Zubeyde Zumrut derbarê çalakiyê de axivî.

Zubeyde Zumrut diyar kir ku heta misogerkirina azadiya Rêber Apo dê çalakî bidomin û got:

“Di 8’ê Adarê de jinan bi dirûşma azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd vîna xwe nîşan dan.

Di Newrozê de gel ji bo rakirina tecrîda girankirî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji xwe re esas bigirin daketin qadan.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de heke em hêz û rêxistinbûna xwe pêk bînin, em dikarin dîwarên tecrîda Îmraliyê bişikînin.”

Zubeyde Zumrut: Divê konseya Ewropayê bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin bibîne

Zubeyde anî ziman ku di çalakiya wan a li ber CPT de dê bi Konseya Ewropayê re hin hevdîtin bên kirin û ev ye anî ziman:

“Li vir em ê bi bîr bînin ku peywîr dikeve li ser milê Konseya Ewropayê. Hin dosyayên me amadekirine dê bên dayîn.

Di dema pêşkêşkirina van dosyayan de, em ê bixwazin ku Konseya Ewropayê bêhiqûqiya li Girava Îmraliyê tê kirin bibîne.”

Zubeyde Zumrut: Divê cpt biçe Îmraliyê û raporên bi dest xistine bi raya giştî re parve bikin

Hevseroka KCDK’yê Zubeyde Zumrut herî dawî ev peyam da :

“Divê bêhiqûqiya ku Tirkiye tê kirin demildest bi dawî bibe.

Divê CPT çavên xwe ji pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê re negire.

Pêwîste demildest biçe Îmraliyê û raporên bi dest xistine bi raya giştî re parve bikin.”

Back to top button