Li gor agahiyên ku çavkaniyek ewlehiyê ragihandiye, çeteyên DAIŞ’ê li gundê Palanî ya ser bi navçeya Mexmûrê êrişî baregehek leşkerên Iraqê kirin.
Piştî bersiv dana leşkerên Iraqê çeteyên DAIŞ’ê ber bi çiyayê Qereçox ve reviyan.
Li gor agahiyên ku çavkaniyek ewlehiyê ji medya Iraqê re ragihandiye, vê sibehê çeteyên DAIŞ’ê li gundê Palanî ya ser bi navçeya Mexmûrê êrişî baregehek leşkerên Iraqê kirin.
Çavkaniyê diyarkir piştî bersiv dana leşkerên Iraqê, çeteyên DAIŞ’ê ku 3 kes bûn ber bi çiyayê Qereçox ve reviyan.
Hat gotin ti ziyanên giyanî yên êrişê çênebûne.
Şêniyên Mexmûrê: Heya yek ji me hebe emê nehêlin dora me bê têl kirin



