60 jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin

60 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin ji Wezareta Dadê re name şandin.
Di nameya jinan de wiha gotin:”Ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”

Tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan 37 meh in didome.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger de bûn.

Girtiyan di 5’ê nîsanê de biryar girtin ku çalakiya xwe veguhêzin qonaxeke nû.

Girtiyan biryar girt ku dadgehan boykot bikin û dernekevin hevdîtinê û bi telefonan re jî neaxivin.

60 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di vê çarçoveyê de nameyeke berfireh ji Wezareta Dadê, hikumet û berpirsyarên dewletê re şandin.

60 jinan name şandin

Nameya ku 60 jinan şandiye wiha ye:

“Em li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 60 girtiyên jin ên siyasî ne.

Berdewamkirina polîtîkayên îşkenceyê û tecrîda girankirî ya li ser pêşengê aştiyê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, welate me ber bi kaosekê ve dibe.”

Divê tecrîd were rakirin

Dilgirtiyên azadiyê bi domadarî di nameya xwe de gotin divê Rêber Ocalan azad bibe û domandin:

“Ji ber ku pirsgirêka kurd (yanî pirsgirêka ferzkirin û redkirina tirkbûnê) rastiyek e ku ev 100 sal in û Peymana Lozanê sed saliya xwe temam kiriye ji aliyê çar dewletên netewe (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) red kirin, înkar kirin, zimanekî bi tenê gelê kurd ferz kirine û ew asîmîle kirine.

Ji bo dawî li vî şer û şerê ku nêzî nîv sedsal e didome bê dayîn divê tecrîda li ser Rêber Ocalan bê rakirin û muzakere bên destpêkirin”

“Divê li ser Abdullah Ocalan tecrît were rakirin”

Dilgirtiyên azadiyê herî dawî di nameya xwe de gotin:

“Îro li sedan girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî bi grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê ya demildest têdikoşin.

Divê ev deng demildest were bihîstin.

Weke encam bang li desthilat, Wezareta Dadê û hemû berpirsyaran dikin ku ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê pêşengê aştiyê ye were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”

Back to top button