Li Şêxmeqsûdê serketin bi ruhê Bakur Cîlo hate bidestxistin

Di sala 2016’an de çeteyên dewleta Tirk êrişî Şêxmeqsûda berxwedêr kirin.
Wê çaxê di 7’ê Nîsana 2016’an berxwedêr Bakur Cîlo şehîd dibe.
Îcar Bakur Cîlo li nava şêniyên taxê bibû motîvasyonê berxwedanê.
Şêniyên Şêxmeqsûdê anîn ziman ku Şehîd Bakur di şer û jiyanê de her dem pêşeng bû û gotin:
“Di nava rewşa herî giran a neyînî de jî sekneke bi moral nîşan dida.

Şêxmeqsûd ..

Dema ku ev nav tê gotin yekser berxwedan û Şehîd Bakur Cîlo tê bîra mirov.

Ji ber ku li Şêxmeqsûdê serketin bi ruhê Bakur Cîlo hate bidestxistin.

Bakur Cîlo (Brûsk Cemal Sebir) sala 1984’an li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû.

Bakur di temenekî ciwan de tevlî nava refên PKK’ê dibe û li çar aliyên Kurdistanê şer dike.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re berê xwe dide Rojava û destpêkê di nava refên YPG’ê de li Kobanê şer dike.

Di sala 2013’an de berê xwe dide Şêxmeqsûd û li wir dibe fermandarê hêzên Cebhet El Ekrad.

Di demeke kurt de bi jiyan û şerê xwe li nava şêniyên taxê bû motîvasyonê berxwedanê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 4’ê Nîsana 2016’an de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dest bi êrîşan kirin.

Di encama van êrîşan de Bakur 7’ê Nîsanê şehîd bû.

Şêniyên Şêxmeqsûdê qala lehengî û berxwedana Şehîd Bakur kirin.

Fatma Mustafa: Şehîd Bakur fermandarê me hemûyan bû

Fatma Mûstefa anî ziman ku yê ku pêşengî ji berxwedanê re dikir Şehîd Bakur bû û got:

“Şehîd Bakur moral dida her kesî û fermandarê me hemûyan bû.

Piştî şehadeta wî malbat her navê Bakur li zarokên xwe dikin.”

Yûsûf Efrîn: Di her kêliyê de û li her derê bi şervanên xwe re bû

Yûsif Efrîn jî diyar kir ku dilsoziya Şehîd Bakur a bi gel û têkoşînê re gelekî cuda bû û got:

“Dema ku didît yek hinekî bi fikar e yekser pê re eleqedar dibû.

Di nava rewşa herî giran a neyînî de jî sekneke bi moral nîşan dida. ”

Sozdar Waqas: Şehîd Bakur gelekî dilsozê Şehîdan û Rêbertî bû

Ronemevan Sozdar Waqas jî destnîşan kir ku Şehîd Bakur gelekî dilsozê hevalên Şehîd û Rêber Apo bû û got:

“Piştî şehadeta Şehîd Bakur şervan û şêniyên taxê soz dan ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Back to top button