Meclisa Babê: Di pevçûna çeteyan de welatî tên kuştin

Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kir ku şêniyên li deverên dagirkirî bi taybetî li Babê dibin qurbaniyên pevçûna di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, û got:
“Em amade ne alîkariyê pêşkêş bikin û em ê di têkoşîna xwe ya rizgarkirina tevahî xakê ji dagirkerî û terorê de dewam bikin.”

Herêmên ku dewleta Tirk a dagirker, dagir kirine, bûne wargeha komên çete yên bermayiyên DAIŞ’ê û çeteyên Hemzat, Emşat, Cebhet Şamiyê û Heyet Tehrîr El Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker.

Yek ji van herêman bajarê Babê ye ku tê de her demekê di navbera wan çeteyan de pevçûn derdikevin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Erîme têkildarê vê yekê ji ajansa Hawarê re axivî û got:

“Di dema dawîn de komên çete yên Hemzat, Emşat, Cebhet Şamiyê û Heyet Tehrîr El Şam Cebhet El Nusra ya berê ku di lîsteya terorê de ne, li rojhilatê Babê kom bûn. Li deverên wek Qebasîn, Raî, Cerablis û gundewarê Babê jî komên tevlihev hene.”

Fermandar Elî El Erîme diyar kir ku di tevliheviya li Babê de dewleta tirk roleke diyarker dilêze û ev agahî da:

“Di navbera wan komên çete yên li Babê de pevçûn derdikevin û dewleta Tirk a dagirker jî roleke sereke di wan pevçûnan de dilîze da ku hebûna xwe li Sûriyeyê rewa bike. Piranî pevçûn ji bo pereyan û dabeşkirina zeviyan pêk tên. Lê welatî dibin qurban.”

Elî El Erîme: Hemû hewildanê ku çeteyan dixwast pêk bînin hat têkbirin

El Erîme êrişên çeteyan jî wiha nirxand:

“Di dema dawîn de çeteyan hewl da xwe li qada Sûriyeyê bi taybetî li herêmê me ferz bikin. Ji bo wê jî wan herêmên me topbaran kirin û hewl dan derbasî herêmên me bibin, lê hemû hewldan û êrişên wan hatin têkbirin.”

“Elî El Erîme: Em ê heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî têkoşîna xwe bidomînin

Der barê zehmetiyên şêniyan de û agahiyên ku tên ji wan re El Erîme wiha got:

“Li bakurê Sûriyeyê rojane sûcên kuştin, talankirin, tecawîzkirin, revandin û girtinê li dijî şêniyan pêk tên. Ew ji me re dibêjin ku ew hewl didin xwe bigihînin herêmên me da ku bi aştî bijîn, lê belê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rê nadin wan û bi guleyan li hember wan disekinin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Erîme di dawiya axaftina xwe de ji bo xelkên herêmên dagirkirî ev peyam da:

“Em ji şêniyên li deverên dagirkirî re dibêjin ku em bi wan re ne û amade ne alîkariya wan bikin. Her wiha em ê heta rizgarkirina hemû deverên dagirkirî têkoşîna xwe bidomînin.”

Dewleta Tirk gundên Til Rifat û Babê topbaran kirin

Back to top button