Di destpêka Nîsanê de li Efrinê 4 welatî hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka Nîsanê de li Efrînê 4 welatî revandin û her wiha 445 darên zeytûnan birîn.

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka Nîsanê de 4 welatî li bajarê Efrînê revandine.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin wiha ne:

Mehmûd Sebrî Ebdalo ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ye, her du bira Fîras Nûrî Hoba û Cewad Nûrî Hoba ji Efrînê ne, Rênas Reşîd Mihemed ji gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ye.

Her wiha heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê 445 darên zeytûnan birîn.

Back to top button