Jin TV 6 sal in bûye Ziman û hêviya jinan

Televîzyona jinan Jin TV a ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Dengê jinê, rûyê jiyanê” dest bi weşanê kir.
Nûnera Jin TV Aysel Avesta anî ziman ku Jin TV 6 sal in bûye ziman û hêviya jinan

Jin TV bi vê boneyê li bajarê Hambûrg ê Almanyayê çalakiyeke piştevaniyê li darxist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê ji nûnerên Jin TV Aysel Avesta axivî.

Avesta diyar kir ku Jin TV yekane televîzyon e ku bernameyên xwe hemû têkildarî jinan e û ji bo nîşandana hişmendiya heqîqetê ya jinê Jin TV xwedî roleke mezin e.

Avesta anî ziman ku Jin TV nêzî 6 sal in ziman û hêviya jinan e û wê vî karê xwe dewam bike. Avesta spasiya her kesên ku çalakiya piştevaniyê lidar xistin û ked dan, kir.

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz jî li çalakiya piştevaniyê axivî û got:

“Bi saya Jin TV li cîhanê û Kurdistanê em dikarin her tiştên têkildarî jinê bibînin. Xwedîderketina li Jin TV xwedîderketina li nasnameya xwe ye.”

Piştî axaftinan çalakiya piştevaniyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button