Fikir û ramanên Rêber Apo ji gelê Fransayê re hat vegotin

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Ahmet Kaya li paytexta Fransa Parîsê, fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji gelê Fransayê re hate vegotin.

Derbarê mijarê de daxuyaniyek hate dayîn, Nûnerên gelek saziyên Kurd ên wekî Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zûmrût, Endamê Konseya KCDK-E Mûrat Ceylan, di daxuyaniyê de amade bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat bibîrxistin ku pêngava “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseri” ketiye qonaxa duyemîn û hat destnîşankirin ku ev pêngav wê bi hevgirtina gelan re mezin û xurt bibe.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê qurnefîl û qertpostalên bi gotinên Rêber Apo li gelek welatî û esnafan li kolanên Parîsê hatin belavkirin û fikrên wî hatin vegotin.

Di çalakiyê de detayên herî balkêş jî hate gotin, “Esîrkirina mîmarê felsefeya Tevgera Jinên Kurd a ku DAÎŞ’ê têk bir, Rêber Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin.”

Back to top button