Fermandariya YBŞ’ê: Di encama êrişa ezmanî ya dewleta Tirk a doh de 2 hevalên me birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafira bê mirov û bi çek êrişî Şengalê kir.
Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekî ragihand di êrîşê de 2 şervanên wan birîndar bûne.
YBŞ’ê destnîşan kir ku li dijî êrişan ew hêza parastina gelê xwe ne, lewma heta dawî wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, têkoşînê mezin bikin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li Şengalê, ku doh pêk hat, daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê eşkere kir ku dewleta tirk ya dagirker ev hefteyek bû li ser qadê tevgera balafirên xwe zêdekiribû û wiha got:

“Di encama vê tevgera wan a ezmanî de roja 29`ê Tebaxê li dijî wesayîteke hêzên me êrîşek pêk anî.

Di encama vê êrîşê de 2 hevalên me yên ku li ser erkên xwe bûn birîndar bûn.”

Fermandariya YBŞ’ê: Dewleta Tirk a dagirker baş zane êdî dawiya wê hatiye, lewma êrîşî gelan dike

YBŞ’ê êrişên dewleta tirk a dagirker yên li dijî tevahiya gelên herêmê ku bi salane pêktîne bi bîr xist û got:

“Dewleta Tirk a dagirker û qirker jî baş dizane êdî dawiya wan hatiye lewma bi vî rengî êriş dike.

Van êrîşên xwe jî li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne.”

Fermandariyê diyar kir bi taybetî piştî ku li Şengalê DAIŞ hat binxistin şûnde dewleta tirk li dijî civaka Êzidî bê navber di pozîsyonekê êrîşkar de ye û dixwaze karê DAIŞ’ê yê nîvço mayî temam bike.

Fermandariya YBŞ’ê: Divê gelê me ji dagirkerî û qirkeriyê re bêje êdî bes e

Li dijî vê plana qirkeriyê yê dewleta Tirk Fermandariya YBŞ’ê, ev bang li herkesî kir:

“Ji bo vê jî divê di serî de civaka me û tevahiya gelên herêmê ji dagirkerî û qirkeriyê re bêje bes e.

Divê êdî rê ji bo dagirkeriyê, xiyanet û xwefiroşan neyê dayîn ku xwe li ser xwîna ewladên vî gelî dilşad bike.

Ji ber ku ferman û komkujî ji Bakurê Kurdistanê heyanî Rojava, Zaxo, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê ji hev ne qûtin.

Êrîş li dijî tevahiya gelan e.”

Di dawî de Fermandariya YBŞ’ê ji bo her du hevreyên xwe yên birîndar û ji malbatên wan re şîfa xwest û soza parastin û tolgirtinê nû kirin.

Şengalê..Balafirên bê mirov û bi çek gundê Behrava bombebaran kir

Back to top button