Osman Şiban: Leşkerê Tirk Servet Turgut di helîkopterê de avît

Osman Şiban ku li gel Servet Tûrgût di 11’ê Îlona 2020’an de li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve ji helîkopterê hatibûn avêtin, piştî 9 mehan axivî.

Şiban ku bi îdîaya ‘Endamê Rêxistinê’ lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve lê hatibû vekirin, îfade da.

Osman diyar kir ku piştî ew û Servet Tûrgût hatin binçavkirin ew birin li ber helîkopterê û li wir bi dijwarî li wan dan.

Her wiha da zanîn ku Servet Tûrgût jî ji helîkopterê hate avêtin û ji ber wê Serve jiyana xwe ji dest da.

Osman Şiban çawaniya rêdana bûyerê wiha anîziman:

“Li gel helîkopterê piştî ku leşkerekî pehîn li serê min da ez ji ser hişê xwe ve çûm. Ji wir û şûn ve nayê bîra min. Min çavê xwe li nexweşxaneya bajarê Mêrsînê vekir.”

Şiban giliyê leşkerên ku êşkenceyê lêkirbên kir.

Serdozgeriya bajarê Wanê jî piştî ku îfadeya Şiban girt derbarê wî de biryara qedexeya derketina derveyî welat derxist û wî berda.

Back to top button