Hunermenên Kurd: Divê PDK’ê Yekîtiya Netewî ava bike

Hunermendên Kurd li Ewropa nerazîbûn nîşanî hevkariya dewleta Tirk a dagiker û PDK’ê dan. Hunermendan bang li PDK’ê kir ku li dijî dagikeriya Tirk bibe xwedî helwest û ji bo Yekîtiya Netewî gav bavêje.

Li dijî dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê digel dewleta Tirk de, bertek û nerazîbûn zêdetir dibin.

Duh, Hunermend û rewşenbîrên kurd li bajarê Koln ê Almanyayê bi daxuyniyek hevbeş hişyarî da PDK’ê ya tevlî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk bûye.

Di daxuyaniya Hunermend û rewşenbîran de hat diyarkirin ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî ku rû bi rûyê xeteriyên mezin re ne derbas dibe .

Her wiha hat gotin ku dewleta Tirk a faşîst û qirker PDK’ê ji bo armancên xwe bikar bîne, dixwaze bikişîne şerê birakujiyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev şer Yekîtiya Netewî dike hedef û wiha hate gotin:

“PDK bi bikaranîna hêzên xwe yên taybet, hem rewakirina dagikeriya Tirk hem jî dixwaze têkoşîna gerîla asteng bike.

Em Hunermendên Kurd dibêjin ku bê ku roj derbas bibe divê PDK hêzên xwe ji qadên gerîla vekişîne, li dijî dagirkeriya Tirk bibe xwedî hlwest, ji bo Yekîtiya Netewî gav bavêje.”

Hunermendan bi taybet bang li Serokê PDK’ê Mesut Barzanî kir ku rê nede ku şerekî din ê Kurd û Kurd derkeve.

Back to top button