Qetilkirina stranbêjê Kurd Cîhan Eymaz tê şermezarkirin

Bertek û nerazîbûnên gel li dijî qetilkirina stranbêjê Kurd Cîhan Eymaz zêde dibin.
Tevgerên Çandê yên li Kobanê û Hesekê diyar kir ku 14’Gulanê wê bibe dawiya faşîzmaya dewleta Tirk.

4’ê Gulanê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê strabêjê Kurd Cîhan Eymaz ku qebûl nekir ji bo Erdogan û partiya wî bistirê, ji aliyê netew-perestekî Tirk ve hat qetilkirin.

Gelê Kurd li dijî vî sûcî, bertek nîşan dan û banga hisabpirsînê kirin.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Tevgera Hîlala Zêrîn ên bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê qetilkirina Cîhan Eymaz şermezar kirin.

Tevgera Çandê li Kobanê: Wê gelê Kurd ji bo jiyanek birûmet têbikoşin

Daxuyaniya li kobanê pêşiya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên faşîstên Tirk ên li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin û wekî şerê qirkirina hebûna Kurdan hat pênase kirin.

Di dewamê de, hat gotin:

“Ew hewl didin qirkirina fîzîkî û çandî pêk bînin, lê belê dê bi ser nekevin.

Ji ber dengên gelê me her ji bo azadiyê bilind dibe.”

Dawiyê hat eşkerekirin ku wê gelê kurd ji bo jiyanek azad û birûme têbikoşin.

Hîlala Zêrîn a Hesekê: 14’ê Gulanê wê bibe dawiya faşîzmê

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê jî, li ser heman mijarê daxuyaniyek da.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê Şerda Osman daxuyanî xwend, balkişand li ser kiryarên nijadperestiyê yên li dijî kurdan û wiha got:

“Li Bakurê Kurdistanê di nav de 50 hunermendên Kurd, zêdetirî 200 kes hatin girtin.

Ji wan, hunermend Cîhan Eymaz e ku qebûl nekir strana ‘Ez ji bo tirkan dimirin’ bêje.”

Tevgerê operasyonên qirkirina siyasî ku AKP’ê li dijî siyasetmendar, hunermend, çalakvan û rojnamevanan pêk tîne şermezar kir û diyar kir ku 14’ê Gulanê wê dawiya faşîzmê bîne.

Back to top button