Ciwanê Kurd Cîhan Aymaz ji ber stran û srûda faşîst a Tirkiyê negot hate kuştin

Li Bakûrê Kurdistanê li dijî kurdan pêla faşîzmê bilind dibe. Vê carê li Stenbolê ciwanê kurd ê binavê Cîhan Aymaz ku heman demê de hûnermende ji ber straneke faşîz a Tirkiyê negot hate kuştin.

Cîhan Aymaz ê 30 salî ku li li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê li ber peravê behra Marmarayê ji xwe re stran digotin, bi hinceta strana netewperstiya tirk a bi navê (olurum Tirkiye’ negot ji aliyê nîjadperestekîve hate kêrkirin.

Aymezê ku bi giranî birîndar bû ji bo xwe kesên faşîst xilasbike avît behrê lê tevî hemû hewildanan nehat rizgarkirin jiyana xwe ji dest da.

Cîhan Aymaz ku ji navçeya Dugorê ya Qersa Bakurê Kurdistanê ye, ev du sal bûn li ser cadeyên Stenbolê stran digot.

Ferhat Encû: Ev kuştin encamê polîtîkayên faşîst ên Erdogan e

Hevserokê HDP’ê yê stenbolê Ferhat Encû êriş şermezar kir û dazanîn ku ev kuştin encamê polîtîkayên faşîst ê Erdogan e.

Wê kurd li her derê xwedî nasnameya xwe derkevin.

Omer Ocalan: Sirûd û stranên faşîst ên Tirkî ne stranên Kurdan e

Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Omer Ocalan jî li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanê kuştina ciwanê kurd da û got:

“Ev pêla faşîzmê, ev êriş û gefên li ser gelê Kurd û hunermendên Kurd hemû nirxên hevpar ji holê radike.

Sirûd û stranên faşîst, neteweparêz ên tirkî ne sirûd û stranên Kurdan e.

Divê demildest rê li ber vê pêla faşîst, netewaparêz bê girtin. Êdî tehemula me nemaye!”

Tifaqa Ked û Azadiyê: Cîhan Aymez ji ber stranê kurdî digot hate kuştin

Tifaqa Ked û azadiyê hûnermendê û ciwanê kurd CÎhan Aymaz cihê ku hate kuştin bibîranî û got:

“Ev encamê siyaseta nîjandeperas a desthilatê ye,

Cîhan ji ber nasnameya xwe, ji ber ku stranên kurdî digot, ji aliyê nîjadperstên girêdayê desthilatê ve, bi awayeke rêxistinkirî hate kuştin. Emê tola cîhan hilînin.

Calakiya bîranînê bi danîna qurnefîlan cihê bûyerê bi dawî bû.”

Li Silopya gelek ciwan hatin girtin

Back to top button