KJK’ê şehîd Bêrîtan bi bîr anî û soza şopandin xeta wê da

Bi rasthantina salvegera 28’an a şehadeta Bêrîtan/ Gulnaz Karataş, Koordînasyona KJK’ê Ş. Bêrîtan bi bîr anî û hêzên YJA’ Starê yên li Cenga heftenînê şer dikin, silav kir. KJK’ê bang li jinan kir ku tevlî pêngava “Li dijî qirkirina jinan em jin û civaka diparêzin” bibin û yekîtiya xwe ava bikin.

Bi boneya salvegera 28’an a şehadeta şehîd Bêrîtan ‘Gulnaz Karataş’ Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJK’ê diyar kir ku Şehîd Bêrîtan di 25’ê Cotmeha 1992’an di şerê berxwedanê de li Xarkurkê heta fîşeka dawî şer kir û ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, xwe ji zinaran avêt û bi legengî şehîd bû.

KJK’ê got:

Meha Cotmehê, meha ku herî zêde şehîdên jin tê de şehîd bûne ye.

Hevala me Bêrîtan, hevalek pêşengek bû û berxwedana li dijî nokeran nîşan da, cewhera xeta me ya azadîparêziya jinê ye.

Di bipêşvebirina artêşbûna jinê de, bû çavkaniya hêz û sûdwergirtinê.

Rêheval Bêrîtan felsefeya azadiya jinê, pîvanên jiyanê yên Rêber Ocalan, berxwedana asta herî bilind a awarte ya jinên azad temsîl kiriye.

KJK’ê îşaret bi berxwedana hêzên YJA Starê yên li Cenga Heftenînê kir û ev tişt anî zimên:

Hêzên me yên YJA Starê li Cenga Heftanînê berxwedaneke bê hempa nîşan didin.

Ji bo jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê, dîrokeke nû tê nivîsandin.

Em şehîdên Heftenînê bi bîr tînin û soza şopandina xeta wan dikin.

Koordînasyona KJK’ê di dawî de bang li hemû jinên cîhanê kir ku di çarçoveya pêngava “Li dijî qirkirina jinan em jin û civaka azad diparêzin” yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button