Li gundên rojhilatê Dêrazorê ku ji aliyê QSD’ê ve ji komên çete hatine paqijkirin, jiyan asayî bûye û welatî ji vê yekê kêfxweş in.
Di 27′ê Tabaxa borî de, Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li dijî çeteyan û bazirganên hişbirê da destpêkirin.
Di çarçovaya operasyonê de deverên wekî Şihêl, Bisêra, Hiwêce û Zîban û gelek gund ji çeteyan hatin paqijkirin.
Piştî qaqijkirinê jiyan li van deveran asayî bû.
QSD, Meclisa Leşkerî û Meclisa Sivîl ên Dêrazorê pêdiviyên sereke wekî nan û av li şêniyan belav kirin.
Şêniyên herêmê ji bo vegera ewlehiyê li herêmê pir kêfxweş bûn û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dan.
Welatiyan diyar kirin ew dixwazin saziyên xizmetguxarî, bajarok û bajarên xwe ji wêraniyê biparêzin, ji ber ku komên çete, ev sazî wêran kirin.
Welatiyê bi navê Îsamîl El Hesen ê ji bajarokê Bisêrayê got:
“Saziyên sivîl bi gelemperî wêran bûne.
Firin nema dixebitin.
Ew jî êşên welatiyan zêde kirine. Divê hesab ji sûcdaran bê xwestin.
Welatiyê bi navê Elî El Mixlef ê ji bajarokê Tiyane yê rojhilatê Dêrazorê jî wiha got:
“Em spasiya QSD`ê dikin ku ewlehî li rojhilatê Dêrazorê pêk anîn.
Em nahêlin, kesên xwefiroş ewlehiya herêmên me têk bibe.