Stasyona avê ya Zîbanê careke din vegeriya xizmetê

Komên çete yên ku li dijî QSD’ê di dema operesyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê‘ de şer kirin, gelek wêranî li pey xwe hiştin.
Yek ji van wêraniyan jî Stasyona avê ya Zîbanê ji xizmetê derketibû, lê careke din Rêveberiya Sivîl ya Dêrazorê wê vegerand xizmetê.

Rêveberiya Sivîl xebatên xizmetguzariyên yên piştî operesyonê li Dêrazorê didomîne.

Yek ji van xebatan jî sererastkirina stasyona avê ya Zîbanê ye.

Çeteyan di dema operesyonê de ev stasyon bi temamî xerab û wêran kiribûn û di encamê de ji xizmetê derketibû.

Rêveberê Stasyona Ava Zîbanê Hemîd El Hifil diyar kir piştî vegera şêniyan û vegera ewlehî û aramiyê wan stasyona avê dan xebitandin.

Hemid El Hilif bang li welatiyan kir ku vegerin bajarokê Zîban û Dêrazorê ku niha aramî lê serwer e.

Back to top button