Dewleta Tirk him bi êrişên leşkerî û him jî bi talankirin û wêrankirina xwezayê û şûnwarên dîrok dagirkeriya xwe didomîne.. Berdevkê meclisa leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bang li hêzên navdewletî kir û êrişên demên dawî bi provakasyonan bi nav kir.
Êrişên dewleta Tirk li ser hêrêmê bi rengên cûda dewam dike.
Dewleta Tirk him bi êrişên leşkerî û him jî bi talankirin û wêrankirina xwezayê û şûnwarên dîrokî vê dagirkeriyê pêk tîne..
Şervan Derwîş: Bi êrişan dixwazin provakasyonan derxin
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwiş têkildarî êriş û provakasyonên dewleta Tirk yên rojane ji ANHA’yê re axivî..
Şervan Derwîş anî ziman ku dewleta Tirk provakasyon û hewldanên xwe yên ji bo afirandina aloziyê dewam dike..
Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi riya baregeh û çeteyên xwe êrişî gundewarên Minbicê dike û ev agahî parve kirin: “Rojane gundên Catê û Ewn Dadat û Ereb Hesen tên topbarankirin..
Sivîlan di nava malên wan de dikin hedef.
Em mafê parastina rewa bi kar tînin û li hember van êrişan, em mertalên xurt in.”
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di dawiya bang li civaka navneteweyî û hêzên garantor kir û got: “Piştî 10 salan ji şer, pêwîstiya Sûriyê bi riyên aştiye heye.”
Dewleta Tirk gelek cihên dîrokî yên Girê Sipî wêran kirine
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, Girê Sehlan, Dehlîz, El-Sabî El-Abyad, Bajarê El-Far û Kefîfa yên dîrokî wêrankirine..
Meclisa Girê Spî bi rêya Komîteya Çandê, sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şûnwaran belge dikin.
Yek ji rêveberên Komîteya Çandê Ferhad Şukrî derbarê mijarê de axivî û ev agahî parve kirin:
“Em li ser belgekirina şûnwarên dîrokî li herêmên dagirkirî dixebitin.
Heta niha me gelek şûnwarên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rûxandin û dizîn, belge kirine.”
Ferhad Şukrî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi vê talankirin û wêraniyê dixwaze şaristanî û çanda herêmê ji holê rake û bang li rêxistinên peywendîdar kir..