Parlamentera Swêdî Amîneh Kakabaveh bi boneya sersalê, peyamyeke piştgiriyê ji HDP’yên dîlgirtî re şand.
Ajansa nûçeyan a “Firatê” ragihand ku Parlamentera Sosyalîst a Swêdê Amîneh Kakabaveh name ji hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevşaredara berê ya Amedê Gulten Kişanak yên dîlgirtî re şand.
Amîneh di nameyê de got:
“Ez di wê baweriyê de me ku hûn û hevrêyên xwe, li gel her tiştî jî mîna roja destpêkê bi biryar in.”
Parlamentera Swêdî diyar kir ku nabe li nava sîstemeke demokratîk, parêzvanên mafên mirovan girtî bin û rejîma AKP’ê dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ên bi têkoşîna salan bi dest xistine, tune bike.
Amîneh Kakabaveh beriya çend mehan, rewşa HDP’iyên dîlgirtî xistibû rojeva Parlamenta Swêdê de.