Wezîrê Pêşmergeyan ê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl derbarê rageşiya di navbera hêzên Kurdî de diyar kir ku ew li dijî şer in û pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin.
Şoreş Îsmaîl, der barê êrîşa çekdarên PDK’ê ya li ser gerîla û îdîayên ku li ser sînor di navbera PDK’ê û YPG de pevçûn rû daye de, daxuyaniyek nivîskî da.
Wezîrê Pêşmergeyan diyar kir ku wan peyama xwe gihandiye aliyan û got:
“Ev bûyer xizmeta tu aliyekî nake û divê pirsgirêk bi rêyên cuda werin çareserkirin.”
Şoreş Îsmaîl anî ziman ku wan hêzên hevpeyman ji bûyera Sihêla agahdar kiriye û daxwaza bidawîanîna hemû aloziyên vê dawiyê rû dane, kiriye.
YPG û QSD’ê jî bi daxuyaniyên cuda îdayên PDK’ê ku gotibû hêzên Rojava êrîşî pêşmergeyan kirine, derewand.