Ciwanekî ku di xwepêşandanan de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

Li Başûrê Kurdistanê, xwepêşanderek ku li Seyîd-Sadiq birîndar bûbû, tevî hemû hewldanan, jiyana xwe ji dest da.

Akar Cebar ê 23’ê salî, 8’ê Kanunê di encama êrîşa polîsên PDK’e li ser xwepêşanderan de, birîndar bûbû.

Duh bi şev Akar li nexweşxaneyeke Silêmaniyê, jiyana xwe ji dest da.

Di xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê ku 3’ê Kanûnê dest pê kirî de, gelek kes bûn qurban û gelek jî birîndar bûn.

Xelkê navçeya Seyîd-Sadiq jî weke herêmên din li dijî gendeliyê rabûn ser piyan û berî Cebar, şêniyê bi navê Herêm Elî oxir kiribûn.

Bi vî awayî jimara qurbanên xwepêşandanan bû 11 kes û ya birîndaran jî 100 derbas kiriye.

Back to top button