Ferhad Şamî: Heta cihê fermandarê QSD bi ewle bû, wan agahî sînordar kirin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî bi daxuyaniyekê ragihand ku heta cihê fermandarê giştî yê QSD’ê bi ewle bû, wan agahiyên derbarê êrişê de sînordar kirin.

Daxuyaniya berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî wiha ye:

Di çarçoveya berpirsyariyên ewlehiyê û girêdayî selametiya Fermandariya hêzên me, Navenda Ragihandina QSD agahiyên derbarê êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê sînordar kir.

Heta ku Fermandarê Giştî bi awayekî ewle gihişt heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev agahî sînordaran ma.

Her weha Ferhad Şamî got, di êrişê de tu ziyanên canî çênebû.

Û derbarê hurguliyên êrişê jî, dê hêzên QSD di dema pêş de daxuyaniyeke berfireh belav bike.

Êrişa li ser Balfirgeha Silêmaniyê

Back to top button