Dewleta Tirk zêdetirî 60 maşîneyên leşkerî derabsî Idlibê kir

Dewleta Tirk a dagirker, destwerdana xwe ji bo axa Sûriyê kûrtir dike û jimara leşker û destekên leşkerî zêde dike. Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, bêhtirî 60 maşîneyên leşkerî şand Idlibê.

Çavdêriyê diyar kir ku ev desteka leşkerî ji bo çeteyên di lîsteya terorê de hatine şandin, ji çek, alavên lojistî û dîwarên Çemento pêk tên.

Bi vê gavê re, bêhtirî 4 hezar maşîneyên Dewleta Tirk û 10 hezar leşkerên wê ji destpêka agirbesta Putin – Erdogan li Idlibê bi cih dibin.

Hemwextî vê yekê jî, agirbest rojane tê binpêkirin û herî dawî li Başûrê Idilbê şer navbera Artêşa Hikûmeta Şamê û Dewleta Tirk rû da.

Back to top button