“Em ê hevkariya xwe bi hêzên Silêmaniyê re bidomînin”

PYD’ê, Rêvberiya Xwedeser û TEV-DEM jî bi daxuyaniyan êêrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar kirin..

Rêveberiya Xweser jî bi heman armancê daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir..

Rêveberiya Xweser da zanîn ku ev êrişa ji aliyê Tirkiyê ve pêk hat dewama siyasetên wî ye.

Her weha tekez kir ku ew ê hevkariya xwe ya li gel hevkarên xwe yên li Silêmaniyê bidomînin..

PYD’ê êrişa li dijî Silêmaniyê şermezar kir

PYD’ê jî ev êriş şermezar kir û diyar kir ku ev êriş li dijî îradeya gelên herêmê ye û li dijî gelê Kurdistanê û doza wî ya mafdar e.

PYD’ê anî ziman ku pêwîste di vê derbarê de hêzên Kurdî helwesta xwe bikin yek.

TEV-DEM: Êrişa li ser Silêmaniyê derexlaqî û tirsonak e

TEV-DEM jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker, di vê qonaxê de û hemwextî têkçûyîna AKP’ê ya siyasî û dîplomatîk û lawazbûna piştgiriya gel, gefên xwe li dijî gelê berxwedêr zêde dike.

TEV-DEM’ê da zanîn ku êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê, hewldana têkbirina ewlehî û îstîqrarê ye û karekî tirsonak û derexlaqî ye.

Back to top button