Corona..Daneyên dawî Li Iraq û Îranê

Li Başûr Kurdistan û giştî Iraqê pêla belavbûna vîrûsa Coronayê belav dibe, li Îranê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişt 75 hezar kesî.

Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê eşkere kir di nava 24 saetên dawî de tenê zilamek temen 65 salî li Derbendîxanê bi Coronayê ketiye.

Li gorî Wezaretê li Başûrê Kurdistanê heya niha 331 kes bi virûsê ketine, 4 kes mirine û 200 kes jî rewşa wan baş bûne.

Her wiha li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di 24 saetên dawî de 22 kesên din bi vîrusa ketine.

Wiha jî li giştî Iraqê heya niha hezar û 400 kes bi vîrusa ketine, ji wan 78 kes mirine.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî, li gorî daneyên dawî derdora 75 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 5 hezar kes jî mirine.

Tenduristiya Îranê jî ragihnad ku îro cara yekem ji mehekê ve, ku kêmî sed kesî bi vîrûsê ketine.

Back to top button