Artêşa Tirk a dagirker dema ku êrîşî Qadên Berxwedanê ya Girê Hekarî kir, gerîlayên YJA Starê li dagirkeran da.
Di şer de çepereke çeka A-4 hate îmhakirin û 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk de ev agahî da:
Di 13’ê Gulanê de dema ku dagirkeran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî kirin, hêzên me yên YJA Starê ji bo xweparastinê li dagirkeran dan.
Di vî şerî de çepereke çeka A-4 hate îmhakirin û 3 dagirker hatine cezakirin.
Di 14’ê Gulanê de jî Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 8 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”