Netanyahu di reforma dadweriyê de bi îsrare

Netanyahu carke din reforma dadweriyê parast û got: “Reform wê demokrasiya Îsraîlê xurt bike.”
Ev axaftinên Netanyahu li welêt rastî nerazîbûnan hat.

Li Îsraîlê îsrara Serokwezîrê Benjamin Netanyahu a di reforma dadweriyê de welat kiriye du beş.

Di demekî de ku bi hezaran Îsraîlî li dijî reformê nerazîbûnên xwe nîşan didin, Netanyahu diyar kir ku ew ê ji ya xwe neyên xwarê.

Netanyahu destnîşan kir ku wê reforma dadweriyê demokrasiya Îsraîlê xurt bike.

Bi vê yekê re wî pêşnûmaya ku dê kontrola Dadgeha Bilind li ser hikumetê rake, parast.

Netanahu diyar kir ku hikumet dixwaze bi rêziknameya edlî nehevsengiya di navbera cihêbûna hêzan de sererast bike.

Her wiha hate gotin:

“Îsraîl wê weke demokrasiyê bimîne, wê bi şerîeta cihûyan neyê birêvebirin.

Wê mafên mirovan were parastin. Ev pêşnûme wê demokrasiyê xurtir bike.”

Netanyahu nerazîbûnên li dijî reformê rexne kir

Di heman demê de Netanyahu di nirxwandinên xwe de balkişand ser xwepêşadanên heyî û rexne kir.

Wî xîtabî hêzên leşkerî yên ku dest ji erkê xwe berdidin jî kir û got:

“Di demokrasiyeke pêşketî de leşker di bin fermandariya artêşê de ye.

Ti dewlet nikare vê yekê qebûl bike.”

Nirxandinên Netanyahu li welêt rastî nerazîbûnan ​​hat

Ev axaftinên Netanyahu li welêt rastî nerazîbûnan hat û xwepêşandan hatin li darxistin.

Komek ji xwepêşanderan li Kolana Kaplan a Tel Avîvê kom bûn û xwepêşandan li dar xistin.

Piştî demekî jî rêyên bajêr ji aliyê xwepêşandêran ve hate girtin.

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog li Amerîka ye

Back to top button