Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Helebê meclisa ciwanan ava kir

Bi armanca birêxistinkirina ciwanan û çalak-kirina rola wan di civakê de, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê bi civînekê, meclisa ciwanan ava kir.

Civîna avakirina meclisê bi dirûşma “Bi têkoşîna gelan ji bo Sûriya azad” li hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û ciwan li dar ket.

Di civînê de kesên axivîn, tekezî bi rola ciwanan di pêşxistina civakê de û bersivdayîna planên dagirkirin, asîmîlasyon û qirkirinê de, kir.

Piştre rêzik-nameya meclisa ciwanan hate erêkirin û 15 endam ji bo meclisa ciwanan hatin hilbijartin.

Dawiya civînê, meclisa ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Helebê daxuyaniyek da û banga pêkanîna demokrasiyê li Sûriyê kir.

Back to top button