Îran hilbijartin..Namzetên sereke têne astengkirin, peyamên boykotê têne dayîn

Ji bo hilbijartina serokamariya Îranê kêmî mehekê dem maye. Lê ji niha de atmosferek aloz li nava Îranê xwe daye der.

Piştî dûrxistina namzetên sereke ji hilbijartina Îranê ji aliyê Meclisa Sazkirina Destûrê ve, îhtîmala boykotkirina hilbijartinên serokatiyê zêde dibe.

Serokê Hêzên Ewlekariyê yên Îranê Huseyin Aştarî duh êvarê di hevpeyvîneke li gel kanaleke televîzyonê de gefa bikaranîna hêzên ewlehiyê li dijî kesên ku hilbijartinan boykot dikin, xwar.

Huseyin Aştarî got, kesên ku bang li îraniyan dikin ku hilbijartinê boykot bikin, dê hesab ji wan were xwestin.

Li gorî tora El-Erebiye, Aştarî di wê hevpeyvînê de aniye ziman ku:

Murşîdê bilind erkên hemûyan diyar kirin.

Polîs û dadwar dê li gorî qanûnê hesabê ji kesên ku banga boykotkirina hilbijartinan dikin, bixwazin.

Elî Xamaneyî jî pêncşemê bang li hilbijêran kiribû ku bangewaziyên boykotkirinê paşguh bikin.

Li rex wê jî rexneyên dûrxistina kesayetên sereke ji hilbijartinan bi destê Meclisa Sazkirina Destûrê, zêde dibin.

Meclisa Sazkirina Destûrê ku kaxizên bernamzetan kontrol dike, ji 590 kesên ku navê xwe dane tenê 7 bernamzet qebûl kirine.

Di nav de serokê desthilata dadweriyê yê radîkal Îbrahîm Reîsî û Seîd Celîlî sermuzakervanê nukleerî yê berê jî heye.

18`ê Hezîranê dwê li Îranê hilbijartina serokkomariyê pêk were.

Ji niha de atmosferek aloz li nava Îranê xwe daye der.

Back to top button