Efrîn..Navenda Belgekirinê: Di girtîgehên dagirkeran de 148 sivîl hatin kuştin

Di nav bêdengiya civaka navnetewî dewleta Tirk û çeteyên wê hovîtiyên xwe li dijî Efrîniyan didomînin.
Navenda belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê di raporeke xwe de destnîşan kir kir ku di girtîgehên dagirkeran de sivîl bi hovîtî tên êşkencekirin.
Navendê diyar kir ku di girtîgehan de 148 kes di bin êşkenceyê de hatin kuştin û navên hin sivîlan eşkere kirin.

Derbarê sûcên ku dagirkeriyha Tirk û çeteyên wê di girtîgehên xwe de li dijî Efrîniyan pêk tînin, Navenda belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê raporekê weşand.

Navendê diyar kir ku di girtîgehên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de bi dehan sivîl bi hovîtî tên êşkencekirin.

Navendê di rapora xwe de wêneyek belav kir û destnîşan kir ku ev mînakeke ji sedan girtiyên ku di girtîgehên dagirkeran de êşkence dibin.

Kesê temenmezin ê di vê wêneyê de li sûna zarokekî xwe hatibû revandin û bi giranî di girtîgeheke çeteyan de hat êşkencekirin.

Navendê eşker kir di girtîgehan de bi dehan sivîl hatine kuştin û li tenişta girtîgehan hatin veşartin.

Li gorî Navendê navên hin girtiyên ku di bin êşkenceyê de hatin kuştin wiha ne:

Hisên Hiso yê 25 salî yê ji Kobanê di girtîgeha EL-Raî de hat kuştin.

Hemze Şeban Ibrahîm ê 24 salî yê ji gundê Xelîlaka yê Bilbilê di Gulana 2018’an de di girtîgeha EL-Raî de hat kuştin.

Menan Birîmo yê ji gundê Satya yê Mabata di Îlona 2019’an de hat kuştin.

Ismet Reşîd Midewar ê 30 salî yê ji gundê Xelnêrê di Hizîrana 2020’an de hat kuştin.

Mistefa Reşîd Selah ê 31 salî yê ji gundê Senarê yê Şiyê di Hezîrana 2020’an de hat kuştin.

Rizgar Mûsa yê 26 salî di Gulana 2020’an de hat kuştin.

Mesûd Yûsiv ê 43 salî yê ji navçeya Raco di girtîgeheke li herêma Hatay ya li Trikiyê de hat kuştin.

Ji gundê Dargirê yê Efrînê du sivîl bi navê Kawa Umer û Mihemed Umer di girtîgeheke li Babê de hatin kuştin.

Her wiha ji ber êşkence tehemil nekir sivîlê bi navê Ehmed Bîbakadi li girtîgeha El-Raî xwe kuşt.

Di girtîgeha dagirkeran de 148 sivîl di bin êşkenceyê de hatin kuştin

Navendê diyar kir ku ev girtîgehan ji aliyê dewleta Tirk de tên rêvebirin û hemû şêwazên êşkenceyan li dijî sivîlan tên bikaranîn.

Li gorî navendê, di girtîgehên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de 148 girtî di bin êşkenceyan de jiyan xwe ji dest dan.

Back to top button