HPG: Li Heftenînê 3 çeperên dijmin hatin rûxandin

Artêşa Tirk a dagirker ku hewl dide herêma Heftenînê dagir bike ji gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê derbên giran dixwe û windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan îro jî derbeke giran li artêşa dagirker dan û 3 çeperên dagirkeran hatin rûxandin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

HPG’ê ragihand ku di çalakiya li devera Girê Dupişka ya çaroveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ku hate kirin de 3 çeperên dagirkeran hatin rûxandin.

HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:

“1’ê Tîrmehê saet 05:00’an hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de leşkerên li devera girê Dupişka ku dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye, kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li çeper û sitargehên dijmin hatin xistin de 3 çeper hatin rûxandin.

29- 30’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker geliyê Şeraniş û Girê Koordînyê bombebaran kirin.

Dîsa 30’ê Hezîranê saet 09:00’an artêşa TC’ê bi obus û hewanan derdora gundê Minînê bombebaran kirin.

27’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li derdora Girê Şehîd Şahan û Girê Koordîne yê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonekê kirin. Ev operasyon 30’ê Hezîranê bê encam bi dawî bû.

30’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker di saetên şevê de devera Sinînê ya Herêma Xakûrkê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ziyan negihiştiye hêzên me.”

Back to top button