Civîna çaralî hat paşxistin

Balyozê Rûsyayê yê li Şamê Aleksander Yefîmov eşkere kir ku dema civîna çaralî bo meha bê hatiye paşxistin.

Civîna Çaralî ya wezîrên karên derve yên Rûsa, Îran, Tirkiyê û Sûriyê sibê nayê lidarixstin.

Rojnameya El-Wetan a girêdayî hikûmeta Şamê diyar kir ku balyozê Rûsyayê yê li Şamê Aleksander Yefîmov ragihand ku civîna dihat payîn sibe hatibe lidarxistin bo destpêka Gulana bê,
hat paşxistin.

Her wiha Yefîmov got, “Peywendî û şêwirên di navbera aliyên têkildar de dewam dikin heta ku encamên erênî werin bidestxistin.

Li gorî Yefîmov, pêvajoya normalîzekirina têkiliyên Sûriye û Tirkiyê dirêj e, di torekê tenê an gelek diyalgan de hemû dosya û pirsgirêk nayên nîqaşkirin û çareserkirin.

Roja duşema borî li Moskova civînek li ser asta cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê hat lidarxistin.

Civîn bi mijara normalîzekirina têkiliyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê pêk hat.

Back to top button