Jinên Reqayê destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dê îsrara gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaz neke û gotin:
“Em ê heta dawiyê li qadên têkoşînê bin û her bihostekê ji xaka xwe ya dagirkirî rizgar bikin.”
Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Reqa Buşra El Ehmed jî got:
“Roj bi roj hovîtî û faşîzma dewleta Tirk zêdetir dibe
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov, top û mûşekan hedef digire . ”
Necwa Ebû Zir jî ev tişt anî ziman:
“Em têk naçin, çawa me li hember komên herî mezin ên terorîst û çeteyan li ber xwe da û me ew têk birin, em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe Erdogan û hevkarên wî jî têk bibin.”
Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Hesîne Mensûr jî ev nirxandin kir:
“Em ê li ber xwe bidin û bi fikrê Rêber Apo dagirkeriyê têk bibin û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî rizgar bikin.”
Hesîne Mensûr bang li hêzên navneteweyî kir ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber dewleta Tirk a dagirker bigirin û êrişên wê yên li dijî herêmê rawestînin.