Hesekê-QSD’ê 2 eşîr li hev anîn

QSD’ê bi hevkariya rûspiyên eşîrên Hesekê, du eşîrên ku berî 3 salan bi hev ketibûn li hev anîn. Di civîna lihevanînê de hate diyar kirin divê em li hember fîtne û siyasetên kapîtalîzmê bibin yek û wan têk bibin. Piştî lihevhatinê her du eşîran dest dan hev û dawî li nakokiya 3 salan anîn.

Komîteya Lihevanînê ya Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê a Herêma Cizîrê li Hesekê 2 eşîr li hev anîn

Eşîrên El Sade El Niêm û El Sade El Heyaliyîn ên bajarê Hesekê beriya 3 salan bi hev ketibûn.

QSD’ê û rûspiyên eşîrên Hesekê, bi armanca bidawîkirina nakokiyên eşîran, civîna lihevanînê li taxa Salihiyê li dar xist.

Di civînên de endamen Komîteya Lihevanînê û rûspiyên eşîrên herêmê û oldar beşdarî merasîmê bûn.

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo, ji ber ku vexwendin qebûl kir, spasiya herdu eşîran li ser kir.

“Divê em li hember fîtne û siyasetên kapîtalîzmê bibin yek”

Selmo destnîşan kir ku dema ku eniya hundirîn hevgirtî be wê demê eniyên şer jî dê bihêztir bin û got:

“Em di qonaxeke hestyar û girîng de ne, divê em li hember fîtne û siyasetên kapîtalîzmê yên ku hewl didin civakê ji hev bixin û têk bibin, bibin yek û wan têk bibin.”

Serokê Meclisa êla El Cibûr Fewaz El Zobe spasiya herdu eşîran kir û wiha got: “Divê hemû eşîrên herêmê li kêleka hêzên xwe bisekinin û dev ji nakokiyan berdin”.

Her du eşîran dest dan hev û dawî li nakokiya 3 salan anîn

Piştre endamên herdu eşîran jî li ser qebûlkirina vexwendinê û lihevhatinê spasiya hev kirin.

Endamên eşîran jî destnîşan kirin ku divê şênî li hember rewşên zehmet li ber xwe bidin.

Her du eşîran dest dan hev û dawî li nakokiya 3 salan anîn.

Back to top button