Helbestvan Mihemed Cemîl: Projeya xwişk û biratiya gelan rê li ber armancên Tirkiyê girtiye

Helbestvan Mihemed Cemîl Omer, rêya yekane ya xelasbûna ji şer û encamên kareseta dagirkeriya Osmanî, pêkanîna projeya neteweya demokratîk destnîşan kir. 

Helbestvan û endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîran Mihemed Cemîl Omer dibêje:

“Ji ber komployên li dijî Rojhilata Navîn ji aliyê dewletên desthilat ve, di serî de dewleta Tirk, şênî nema dikarin li welatê xwe jî rehet bijîn.”

Omer diyar kir ku çareseriya herî guncav a hilweşandina xwestekên dewleta Tirk a dagirker ên zindîkirina dewleta Osmanî, parastina rêgeza xwişk û biratiya gelan e.

Helbestvan Mihemed Cemîl tekez kir armanca dewleta Tirk ji armancgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qutkirina pêkhatiyan ji hev e û derxistina fitneyan e.

Back to top button