Efrîn-Ji bo berdana Ebdo, çete 5 hezar dolar fidyê dixwazin

Piştî van daneyên ku di nava mehekê de me ji were ragihandin herî dawî jî,
Welatiyek din li Efrînê hate revandin û mêtingeheke nû li Cindirêsê tê avakirin.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku beriya demekê sê malbat vegeriyan Efrînê, lê çeteyên El Emşat rê nedan wan ku li malên xwe rûnên, heya go her malbatekê hezar dolar da.

Efrîn NEWS da zanîn ku yek ji wan malbatan jî malbata Ebdo Reşîd Hemo bû.

Mala Ebdo Hemo li navçeya Mabetlî ye û ji aliyê çeteyan ve desteserkirî bû, çete ji bo ku mala wî lê vegerînin 2 hezar dolar jê stendin.

Li gorî Efrîn NEWS piştî ku Hemo mala xwe vegerand bi çend rojan çeteyên El Emşat wî revandin û ji bo berdana wî 5 hezar dolar xwestin.

Bi desteka rêxistineke qeterî mêtingeheke nû li Cindirêsê tê avakirin

Ji bo guhertina demografiya herêmê jî avakirina mêtingehan didome.

Efrîn NEWS 24 diyar kir ku li navçeya Cindirêsê mêtingehek nû tê avakirin.

Mêtingeh bi desteka rêxistineke Qeterî Ixwanî tê avakirin û heya niha zêdetirî 100 avahî hatiye amadekirin û malbatên çeteyan lê hatine bicihkirin.

Efrîn NEWS da xuyakirin ku karê berfirehkirina mêtingehê hê jî dewam dike.

Efrîn-Di mehekê de 35 welatî hatin revandin

Back to top button