Lubnan-PYD komkujiya Şengalê şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê a Lubnanê daxuyaniyek da û komkujiya 3’ê Tebaxa 2014 a li ser gelê Êzidî şermezar kir.

Di daxuyaniya PYD’ê a Libnanê de wiha hate gotin:

“Di ser komkujiya Şengalê re 9 sal derbas dibin.

Ji aliyê hêzên serdest ve li dijî çand, ol û hebûna civaka Êzidî 74 ferman hatin kirin.

Komkujiya 74’an di 3’ê Tebaxa 2014’an de, bi destê DAIŞ’ê ku gelek dewletan di serî de dewleta Tirk piştgiriya wê kir, hate kirin.

Di vê fermanê de, bi hezaran zarok, jin, ciwan, kal û pîr bûn qurban.

Jin li bazaran hatin firotin û bi hezaran Êzidî li ser destê van çeteyên hov hatin kuştin.

PYD’ê diyar kir ku niha êdî Êzidî nema Êzidiyên berê ne, xwe birxistin-kirine û hêza xwe avakirine.

PYD’ê dawiyê bang li NY û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku komkujiya Şengalê nas bikin û wiha got:

  • Divê ev komkujî wek jenosîd bê naskirin û hêzên ku beşdarî vê qirkirinê bûne bên darizandin.
  • Divê rêveberiya Şengalê di qada navneteweyî û Iraqê de bê naskirin.
  • Girtina qada hewayî li pêşiya dewleta Tirk a dagirker.
Back to top button